Hest û Helwest: Reaksîyonên Serdana Joseph Votel bo Bakurê Sûriyê

Gêlo Îsa û Zara Salih

Serdana komandarê serkirdayetiya navendî ya Amerîkî Joseph Votel bo bakurê Sûriyê û guftûgoyên wî yên li gel serkirdeyên Hêza Sûriya Demuqrat, bû cihê nerazîbûnê li nik serkirdeyên opozisyona Sûrî ku wan rêveberiya Obama tawan kir ku wê dest ji şoreşa Sûriyê berdaye.

Gêlo Îsa û Zara Salih di hin hevpeyvînan de ligel Dengê Amerîka got stratejiya hevalbendiya navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka ew dê bibe sedema gurbûna nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan di demên pêş de.

Armanca sereke ya serdana Votel li gor ku hate ragihandin ew bû xweamadekariyên rizgarkirina navçeyên derdora Reqqa ku renge gave din jî ew be rizgarkirina bajarê Reqqa ye bi xwe.

Peyîvdarê Hêzên Sûriya Demuqrat Telal Silo berî demeke kurt îro destpêkirina helmeta rizgarkirina Reqqa ragihand.

Serdana Votel ta kîjan astê dikare helmeta rizgarkirina herêmê ji Daiş pêşbixe û gelo tawanên opozisyonê ta çi radeyê di cihê xwe de ne.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 05_24_16