Doh şemiyê peyvdarekî Daiş banga alîgirên xwe kir li Ewrupa û Amerîka da êrîşan li dijî xelkê sivîl yê wan welatan pêkbîn in, eger wan nikaribû biçin Sûriyê û Îraqê ji bo tevlêbûna şer.
Çalakvanê siyasî Cemal bavê Nisrîn di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Nebûna pîvanên ewlekariyê di wergirtina koçberan de ji aliyê Ewrupa ve hîşt gelek alîgirên Daiş li gel penaber û koçberan derbasî Ewrupa bin û bibin metirsî li wir. “
Bavê Nisrîn ku li Almanya dimîne, di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser rola rêjîmên ne demuqrat li welatên herêmê di geşbûn û ferehbûna Daiş de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5