Ehmed Qasim Behsa Rola Tirkiyê Dike di Şerê Daiş de li Sûriyê

Ehmed Qasim

Li gor hin raportan hêzên Tirkiyê beşdarî hevalbendiya navnetewî bûn di operasyoneka leşkerî de dijî Daiş li bakurê Helebê û di encamê de wan 27 çekdarên Daiş kuştin.

Nivîskar û Şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka pilana Tirkiyê li bakurê Helebê şîrove kir û got:

”Parêzgeha Helebê ji bo Tirkiyê zor girînge. Eger Helebê careke din têkeve bin destê rêjîmê an gurûpên wek Daiş û Cebhet el-Nusra, bandora Tirkiyê li Sûriyê namîne, loma ew tevlî şer dibe. ”

Qasim ku li Tirkiyê dimîne, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyê dixwaze ji civaka navnetewî re bêje ku Tirkiyê “Dê bi awakî çalakdar tevlî şerê Daiş be eger hevalbendî alîkariya wê bike di şerê dijî PKK de. “

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ehmed Qasim 05_16_16