Dirêjkirina dema agirbestê li bajarê Helebê alîkariya rûniştvanan kir ku vegerin jiyana xwe ya rojane piştî şerekî giran di van demên dawî de ku di encamê de 300 kes jiyana xwe ji dest dan, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov.
Nivîskar û rojnamevan Stêrê Çelo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa bandora van sê rojan li ser jiyana xekê ya rojane kir û got:
“Parêzgeha Helebê paytexta abûrî û cihekî stratîjî ye; ji bo opozisyonê û her wiha ji bo rêjîmê jî, lê niha ew ketiye bin bandora welatên derve. Loma, seqamgêrî lê çê nabe. Dirêjkirina agirbestê bo sê rajan ne çareserî ye. Xelkê pêwîstî bi agirbesteke demdirêj heye.“
Çelo ku li bajarê Kobaniyê dimîne, bal kişand ser riyên Helebê bi derdora wê ve gire didin û diyar kir ku ew ji bo xelkê sivîl girtî ne lê ji bo bazirganan vekirî ne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5