Hest û Helwest: Roja Jinê ya Cîhanî û Rewşa Îro ya Jina Kurd

Kerîma Reşko, Herêz Xendan û Hîro Zengene

Ji roja roj de jinê di her civakekê de roleke berbiçav û taybet heye, ew mil bi mil li gel mêr e di her şîn û şahiyekê de.

Lê di gelek civakan de, û di nav de jî ya Kurd, ew rol bi awakî dadmend û guncaw ji aliyê hevparê wê, mêr ve nedihat nirxandin.

Roja îro, di demekê de ku Jina Kurd di meydanên şer de dengê xwe gihandiye hemî cîhanê, û li ser asta siyasî jî hin gav avêtine, hîn jî beşek ji civaka Kurd bi çavekî kêm li jinê û rola wê temaşe dike.

Gelo kêşeyên ku Jina Kurd rastî wan tê ayînî ne, civakî ne, anjî girêdayî ne bi asta zanîn û têgihiştina mirovê Kurd de?

Jina Kurd bi xwe hewildaye, an hewildide şerê van nerêt û bîr û boçûnên neyênî hilweşîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Kerîma Reşko cîgira serokê Komeleya Hêvî li Almanya, û her wiha herdû rojmnamevan li Dengê Amerîka Hîro Zengene û Herêz Xendan.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 03_08_16