Ferhad Baqir Rêkeftina li dor Agirbestekê li Sûriyê Şîrove Dike

Ferhad Baqir

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro yekşemê got ew gihîştin rêkeftineke demkî ji bo agirbestekê li Sûriyê.

Wî got ew li gel hevtayê xwe yê Rûsî Sêrgî Lavrov axivî li dor rêkeftinê û ew niha pilan dikin ku pêwendiyan li gel aliyên şer bikin div ê derbarê de.

Endamê birêvebiriya Komeleya Parêzerên Kobaniyê Ferhad Baqir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê yekê û got:

“Her aliyekî navnetewî dixwaze berjewendiya xwe pêkbîne. Tiştê ku wan aliyan di hindirê Sûriyê de çandî, bi deh sal û bîst salan divê ta ku serrast bibe.“

Baqir ku li Tirkiyê dimîne, bal kişand ser topbarana Tirkiyê li ser Efrînê û ew wek berdewamiya şerê di navbera Tirkiyê û PKK de binav kir.

Ji bo guhdarîkirtina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Ferhad Baqir SW 02_21_16