Ehmed Qasim: Bê Destêwerdaneke Navnetewî li Ser Erdê Şerê Sûriyê bi Dawî Nayê

Ehmed Qasim

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu dibêje derbasbûna hêzeke li ser erdê ji bo şerê Daiş li Sûriyê êdî pêwîste bê guftûgokirin. Wî got Erebistana Siudî û hin welatên Ewropî hebûna wê hêzê pêwîst dibînin, lê peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Mark toner got wan çi hewlên wiha nedane ber çavan.

Siyasetmedar û Şîrovekar Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Ji destpêka şerê Sûriyê ve pêwîst bû ku destêwerdaneke navnetewî bibe li Sûriyê, û niha jî bêyî hêzekê li ser erdê ev gurûpên terorîst tune nabin. Lê divê ev hêz bête erêkirin ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve. Eger ne wiha be dê rewş xerabtir bibe.“

Qasim ku li Tirkiyê dimîne, bal kişand ser rola rêjîma Sûriyê di gurkirina şer de û ragihand ku rêjîmê hîşt ev gurûpên terorîst geş bibin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ehmed Qasim SW 02_17_16