Redîf Mistefa Girtina Sînorê Tirkiyê di Rûyê Penaberên Sûrî de Şîrove Dike

Tirkiyê di bin fişareke navnetewî de ye ji bo vekirina sînorê xwe li ber hezaran Sûriyên ku ji ber êrîşên hikûmetê hewil didin derbasî Tirkiyê bin.

Parêzer û çalakvanê biwarê mafê mirov Redîf Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser rewşa penaberên li ser sînor û got:

“Ez bawerim Tirkiyê di girtina sînor de, renge hewil dide careke din pirojeya xwe ya duristkirina navçeyeke veqetî derxe rojevê. Eger wiha be û aliyên xemxur vê yekê nedin ber çavan dê rewşa penaberên li ser sînor têk biçe.“

Mistefa ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser helwesta navnetewî di vê derbarê de û ragihand ku çi pilanên rijdî nînin li ser erdê ku vê pirsgirêkê bi awakî zelal çareser bikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Redîf Mistefa SW 02_07_16