Li Stenbol polîsê Tirkiyê dibêje wan 8 kes girtin bi gumana qaçaxiya mirovan û wan destê xwe dan ser hin paseportên sexte. Ev operasyon tên di çarçoveyan rêkeftineke Tirkiyê li Gel Yekîtiya Ewrupa jibo rawistana derbasbûna koçberan bo Ewrupa.
Rojnamevan Alî Fîkrî Işik di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Tirkiyê neçare operasoneke wiha bike da ku ji Yekîtiya Ewrupî re diyar bike ew pereyên hatî wergirtin bi awayekî durist tên bikaranîn. “
Işik ku li Stenbbol dimîne dibêje Tirkiyê di siyaseta xwe ya li Rojhilatata Navîn têk çû ji ber wilo ew dixwaze pêwendiya xwe li gel Ewrupa bi awakî durist avake.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5