Hest û Helwest: Bandora Bûyerên Sersalê yên Almanya li Rewşa Penaberên Sûrî

Mihemed Elî Mûsa, Dilşa Yûsif û Serhan Îsa

Berpirsên Almanî dibêjin hema hemî kesên bi gumane destdirêjî li jinan kiribûn şeva sersalê ew biyanî ne.

Ralf Yagir, wezîrê navxweyî yê wîlayeta bakurê Rayên Westfalya doh duşemê got li gor raportên polîs û kesên bi çavan dîtî kesên êrîşker ew ji bakurê Afrîqa û ji cihana Erebî ne.

Bandora rûdana sersalê ta kîjan astê dê hebe li rewşa penaberan û yasayên girêdayî vehewandina wan li Ewrupa bi giştî û li Almanya bi awakî taybet.

Partiyên almanî yên dijî wergirtina koçber û penaberan dê çawa vê rûdanê û rûdanên din yên wek wê bi kar bînin li dijî Merkel û hevalbendên wê?

Egre em bidin ber çavan ku hin welatên Ewrupî berê li dijî pêşwazîkirina penaberan bûn, gelo dê rewşa penaberan ya yasayî li Ewrupa bi giştî çawa be?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna dû mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Peyvdarê civata Ezîdiyên Sûriyê Serhan Îsa ku li Almanya dimîne; Şêwekar û şanogerê Kurdê Sûrî Mihemed Elî Mûsa ku ew jî li Almanya dimîne; û herwiha nivîskar û rojnamevana Kurd a Sûrî Dilşa Yûsif ku li Swêd dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 01_12_16