Ev bû du sê rojin çalakvanên Sûrî li ser medya civakî û bi taybetî li ser Facebook, gelek wêne û vîdyo yên xelkê sivîl yên bajarokê Medaya yê grêdayê bi bajarê Zebedanî ve, belav kirin ku rewşa wan xerab diyar dikin.
Ew diyar dikin çawa zarok û kalemêr rastî birçîbûneke demdirêj bûne.
Parêzer û çalakvanê biwarê mafê mirov Redîf Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser rewşa bajarokê Medaya û got:
“Ev wêne duristin û bajarokê Medaya bi mehane di bin dorpêçkirina hêzên rêjîma Esed û terorîstên Hizbullah de ye, bêhtirî 40 hezar kes li wir dorpêçkirî ne û bêhtirî 30 kesî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.“
Mistefa ku li Tirkiyê dimîne balk kişand ser hewlên navnetewî di vê derbarê de û ragihand ku çi kiryarên rijdî nînin li ser erdê da xelkê sivîl ji vê dorpêçkirinê azad kin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5