Desteya bilind a guftûgoyan ya opozisyona Sûrî îro yekşemê li paytexta Erebistana Siudî Riyad kom dibe ji bo danîna programa guftûgoyên ku biryare piştî çend hefteyan li gel rêjîmê birêve biçin li Cinêv.
Endamê desteya siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û endamê hevpeymaniya opozisyona Sûrî rêzdar Fuad Elîko, ji Dengê Amerîka re ev kombûn şîrovekir û got:
“Programa vê kombûnê sê xalên girîng in; guftûgokirina biryara Neteweyên Yekgirtî ya jimar 2254, amdekirina bersivan ji bo kombûna li gel şandê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Steffan De Mistura re; û her wiha hilbijartina şandekê ji bo guftûgoyan.“
Elîko ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser niwêneratiya Kurdan di nav şanda guftûgoyan de û got renge du kesayetiyên Kurd hebin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5