Farûq Haj Mistefa Behsa Kuştina Semîr el-Qintar Dike

Farûq Haj Mistefa

Di demekê de ku gurûpa çekdar ya Lubnanî Hizbullah Îsraîlê tawan dike bi kuştina Semîr el-Qintar di êrîşeke esmanî de li Dîmeşqa paytext, Acansa fermî ya Sûrî di ragihandina nûçeyê de behsa Îsraîl nake.

Birêvebirê navenda Berçav ya azadî û ragihandinê li Kobaniyê rêzdar Farûq haj Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîak ev babet şîrove kir û got:

“Ta vê gavê ne diyare kê el-Qentar kuştiye,ku ew kesekî rade bilin bû di serkirdayetiya Hizbullah de û wî gelek agahiyên girîng hebûn. Pirsa ku bêhtir derdikeve holê di vê derbarê de ewe ku esmanê Sûriyê di bin çavdêriya Rûsya de, gelo çawa wan bêyî haya Rûsya ew kuşt?“

Haj Mistefa ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyê û pêşketina wan piştî demeke dirêj ji sarbûnê wek nameyekê ji bo Rûsya anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Farouk Haj Mustafa SW 12_20_15