Rojnamegeriya Tirkiyê ragihand ku wezîrê derve Mewlûd Çawîşoglo gotiye Kurdên Sûriyê ji Tirkiyê xwestine wan ji Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) rizgar bikin. Wî li gor medya Tirkî nîşan bi wê yekê dabû ku xelk dibêjin (PYD) pilan dike civakeke xwedê nenas di nav Kurdên Sûriyê de avake.
Parêzerê Kurdê Sûrî Salih Qittî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Ez bawer nakim çi aliyekî siyasî di nav Kurdên Sûriyê de hebe ji Tirkiyê doza têkbirina PYD bike, wan gelek nankokî li gel PYD hene lê ew nagihin wê astê.“
Qittî ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser girîngiya yekbûna Kurdan û nehêştina nakokiyan di navbera aliyên siyasî de ji bo girtina rê li pêş hewlên duristkirina dijberiyan di navbera wan de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5