Salih Cefer Amadekariyên Kongira Opozisyona Sûrî li Riyad Dinirxîne

Salih Cefer

Bi dehan niwênerên opozisyona Sûrî dê di van du sê rojên bê de li Erebistana Siudî kom bibin di çarçoweya kongirekê de ku armanc jê ewe rêkeftina li dor nerîneke hevbeş da karibin piştre derbasî guftûgoyan bin li gel niwênerên rêjîma Sûrî.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Salih Cefer di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, ronî da ser vê kongira pêşbîn û rola Kurdan tê de.

Wî got: “Ne veşartiye Kurd îroj du alî ne û beşdarbûna wan di vê kongirê de jî dîsa bi wî alî de ye. Erebsitana siudî di derbarê vexwendina alî û kesayetiyan de, li hevpeymaniya opozisyona Sûrî guhdarî dike, loma wê partiya PYD û hevalbendên wê venexwendin.“

Cefer ku li Holenda dimîne, bal kişand ser serdana serokê herêma Kurdistan Îraqê bo Erebistana Siudî û got wê çi pêwendî bi berşdarbûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di kongir de nîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Salih Cefer SW 12_06_15