Ronî Elî: Hewlên Navnetewî Nagihin Asta Rizgarkirina Xelkê Sûriyê

Ronî Elî

Di demekê de ku Amerîka û hevalbendên wê li dijî wê yekê ne ku serokê Sûriyê Beşar el- Esed bo demeke dirêj bimîne li ser desthilatê, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dibêje diyare Esed amadeye bi awakî rijdî tevlî guftûgoyan be ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Ronî Elî ji Dengê Amerîka re ev babet şîrove kir û got:

“Ez bawerim biryara çûyîna Esed ji ser desthelatê hîn nehatiye standin ji aliyê civaka navnetewî ve. Eger wan bixwesta guhertinekê li Sûriyê bikin dê ji demên destpêka şer ve çareseriyek hatiba dîtin. Ev hemî xefk û lîskin û tiştekî rijdî nîne.“

Elî ku li Hewlêr dimîne bal kişand ser rewşa Kurdan di terazûya Sûrî de û got eger helwestek ji aliyê hêzên navnetewî ve hebe ku Kurd bibin xwedî rol dê bibin, eger na ewê tenê bên bikaranîn di şerê Daiş de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ronî Elî SW 11_15_15