Doh bo yekem car Tirkiyê bi awakî rasterast êrîşek bir ser şaneke Daiş li Tirkiyê ku di encamê de 2 efserên polîs û 7 çekdar mirin.
Ev bûyer tê berî çend rojan ji hilbijartinên Parlemanî ku hestdariyeke wan ya taybet heye.
Girêdana vê bûyerê ta kîjan astê bi herdû teqînên Enqere heye?
Ev êrîş ta çi radeyê dikare bibe destpêk ji tevlêbûna Tirkiyê bi awakî rijdî bo şerê dijî Daiş?
Eger hat û Tirkiyê bi awakî berfereh dijî Daiş şer kir, wê ciyawaziya vî şerî ji yê li dijî PKK çi be eger em bidin ber çavan ku Tirkiyê PKK wek partiyeke terorîst dide nasîn?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser van babetan:
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê rêzdar Mistefa Ozçelik ku li Tirkiyê dimîne; Hevserokê HDP li bajarê Amedê rêzdar Omer Onen ku ew jî li Tirkiyê dimîne; û her wiha nivîskarê Kurd Çeto Ozel ku li Waşintona paytext dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5