Hest û Helwest: Hêzên Sûriya Demuqrat û Rola Kurdan Têde

Idrîs Nehsan û Hoşeng Osê

Berî çend rojan hin gurûpên çekdar li Sûriyê, di nav de jî hêzên Kurdî YPG û YPJ, hêzeke hevbeş bi navê Hêzên Sûriya Demuqrat avakirin, ji bo şerê dijî Daiş li bakurê Sûriyê.

Ev hêz ta kîjan astê hevgirtiye û pêdiviyeke ji bo nêzîkkirina pêkhateyên wan navçeyan?

Ta çi radeyê ev hêz dikare bibe nimûne ji artêşeke komkar re bo hemî pêkhateyên Sûriyê?

Gelo çi pilan hene ku ev hêz derbasî bajarê Reqqayê be û wê ji Daiş rizgar bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne û cîgirê desteya karûbarên derve ya Kantona Kobaniyê rêzdar Idrîs Nehsan ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Sense & Stance