Li dor axaftinên Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev yên îroj şemiyê ku gotibû hebûna welatê wî ya leşkerî li Sûriyê ew ji bo berevanya berjewendiyên wan yên niştimanî û têkbirina Daiş e, ne hiştina Beşar el-Esed e li ser desthilatê, lêkoler û çalakvanê siyasî Zekeriya Huserî ji Dengê Amerîka re got:
“Destêwerdana Rûsya li Sûriyê ew ji bo parastina berjewendiyên wê yên dûr in, û her wiha ji bo parastina rêjîma Esed e. Ji xwe berjewendiya Rûsya li Sûriyê ew di mayîmna Beşar el-Esed de ye li ser desthilatê.”
Huserî ku herêma Kurdistan Îraqê dimîne got Rûsya Sûriyê wek kela dawî ya berjewendiyên xwe dibîne, loma dê ta dawiyê berevaniya Esed bike.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5