Doh duşemê li kombûnên Neteweyên Yekgirtî, babeta mayîna serokê Sûriyê Beşar el-Esed li ser desthilatê bi xurtî derket holê û bû cihê nerînên ciyawaz di navbera herdû serokên Amerîka û Rûsya de.
Di demekê de serokê Rûsya Vladimir Putin, got mayîna Esed pêwîste ji bo şerê terorê, serokê Amerîka Barack Obama, banga çareseriyeke siyasî û nehêştina şer û kuştinê kir.
Gelo axaftinên herdû serokan dê çawa di demên pêş de bêne wergerandin li ser erdê, bi taybetî li dor mayîna Esed li ser desthilatê?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Niwênerê Partiya Yekîtîya Demuqrat (PYD) li Rûsya rêzdar Ebdulselam Elî; û birêvebirê rêxistina (Kurd Bê Sînor) rêzdar Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5