Hest û Helwest: Amerîka û Çarenûsa Esed li Sûriyê

Mehmûd Ebbas, Fethula Huseynî û Şahîn Ehmed

Doh duşemê serkirdayetiya navendî ya Amerîka got hêzeke ji 70 endamên opozisyona Sûriyê ku ji aliyê Amerîka ve li Tirkiyê perwerde wergirtibûn, li gel çekên xwe derbasî bakurê Sûriyê bûn.

Ev agahî di demekê de tê ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry berî çend rojan gotibû pêwîst e Serokê Sûriyê Beşar el-Esad ji ser desthilatê dakeve, lê daketina wî divê bi riya guftûgoyan be.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Çep a Demuqrat a Kurdî li Sûriyê rêzdar Fethula Huseynî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne; Rawêjkarê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê rêzdar Mehmûd Ebbas ku li wîlayeta Têksas dimîne; û her wiha endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê rêzdar Şahîn Ehmed ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Sense & Stance 09_22_15