Kadar Pîrê: Amerîka û Rûsya Bi Çavê Berjewendiyên Xwe Li Sûriyê Dinêrin

Kadar Pîrê

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li London e, dibêje hêzeke opozisyona Sûrî ya ku pêk tê ji 75 kesan, doh şemiyê derbasî bakurê Sûriyê bû. Ev hêz ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve hatiye perwerdekirin.

Derbasbûna vê hêzê tê di demekê de ku wezîrê derve yê Amerîka John Kerry gotibû pêwîste serokê Sûriyê Beşar Esed ji ser desthilatê dakeve, lê divê daketina wî bi riya guftûgoyan be.

Birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor rêzdar Kadar Pîrê, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ragihand ku derbasbûna vê hêzê dê tiştekî li ser erdê neguhêre eger rêkeftin di navbera Amerîka û Tirkiyê de nebe di vê derbarê de.

Pîrê ku li Firensa dimîne, bal kişand ser guftûgoyên di navbera Amerîka û Rûsya de li dor Sûriyê û ew wek şopandina berjewendiyên taybet yên herdû welatan anîn ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Kadar Pîrê SW 09_20_15