Salek derbas bû li ser êrîşa Daiş a berferh li ser kobaniyê û gundên wê. Êrîşeke ku hîşt hemî xelkê Kobaniyê mal û milkên xwe bi cî bihêlin û derbasî aliyê Tirkiyê bin.
Di vê salê de, dijwariyên xelkê sivîl rastî wan hatî çi bûn?
Rewşa wan li Kobaniyê û Tirkiyê roja îro çawa ye?
Perwerdekirin, tenduristî, pêdiviyên jiyanê yên rojane çawa ne?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Dr. Bextiyar Hisên, pizîşk û çalakvan di warê tenduristî de ku li Sirûcê, li Tirkiyê dimîne; rojnamevan û birêvenirê Radyo ya ARTA FM li Kobaniyê rêzdar Stêrê Çello ku li Kobaniyê dimîne; û her wiha rojnamevan û çalakvan di warê alîkarî û hawarçûnê de rêzdar Mistefa Ebdî ku ew jî li Kobaniyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5