Pêla koçberiya xelkê Sûriyê ber bi Ewrupa ve ku her diçe gurtir dibe û giraniyê dide ser gelek welatên Ewrupî, ew li gor çavdêr û şîrovekaran vedigere gelek sedeman, Şerê navxweyî,nebûna derfetên jiyanê li Sûriyê, ne aramî û astengiyên abûrî, tenduristî û perwerdekirinê.
Li gor serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûrî rêzdar Burhan Ghelyûn, Berpirsiyarê yekem di ber vê koçberiyê de ew rêjîma Sûriyê ye. Ew dibêje:
“Berpirsiyarê yekem bê guman rêjîma Sûriyê û Beşar Esed e, yê ku biryar da ewê hertiştî bi riya kuştin û wêraniyê çareser ke, ew dest ji desthilatê bernade. Ew bêhtirî wilo çû. Wî hevalbendiyek bi Îranê re danî ji bo çespandina dethilata xwe. Biha çi be jî, ji bo wî ne xeme. Biha, bê guman ew wêrankirina Sûriyê bû. “
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5