Şahîn Soreklî: Mirina Alan Deriyê Koçberiyê Ji Deh Hezaran Kes Re Vekir.

Şahîn Soreklî

Çîroka Alan Kurdî, zarokê Kurd yê ku li gel birayê xwe, dayika xwe û hinekên din di derya Sipî de jiyana xwe ji dest da, gelek rîyaksyon ji aliyê serkirde û serokên welatên cîhanê de derxistin holê. Ji welatên ewropî ta Australiya ku serok wezîrê wê Tony Abbott gotibû pêwîste wêneya Alan bibe hokar ku welatên cîhanê koçberiya bi riya gemiyan rawestînin.

Rojnamevan û nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Şahîn Soreklî, ji Dengê Amerîka re, gurbûna pêla koçberiyê ji Sûriyê bi giştî û bi taybetî ji herêmên Kurdên Sûriyê ber bi Ewrupa ve vegerand gelek sedeman, di serî de jî şerê navxwyî li welêt.

Soreklî ku li Australia dimîne, li dor axaftinên Tony Abbott got:

“Ev leyistina bi peyvan e, em li Sidny tenê 20 ta 30 malbatên Sûriyê hene, em nikarin bira an xwîşkeke xwe bînin vir. Hikûmeta Abbott rewş di vê derbarê de dijwar kiriye. “

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Şahîn Soreklî SW 09_06_15