Rûsya welatê Sereke ye ku bi awakî aşkere û raste rast piştgiriyaq rêjîma Sûrî û serok Beşar Esed kir, bi taybetî ji aliyê siyasî û bendkirina hin pirojeyan ve li Neteweyên Yekgirtî. Lê di van demên dawî de hin raport behsa piştgiriya leşkerî dikin ku Rûsya renge dabîn dike ji bo artêşa Sûriyê.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di vê derbarê de xemên xwe derbirîn û got eger ev raport rast bin ewê bibe hokar bo bilindbûna asta tundûtijiyê li Sûriyê.
Niwênerê Partiya Yekîtî ya Demuqrat(PYD) li Rûsya rêzdar Ebdul Selam Elî, ji Dengê Amerîka re ev babet şîrove kir û got:
“Alîkariya Rûsya ne tiştekî nûye, ew ji roja roj de çekan dide Sûriyê. Ew di çarçoweya girêbestan de ye di navberan herdû welatan de. Rûsya dibêje ev çek ji bo şerê Daiş û gurûpên din yên terorîst in. “
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5