Jimara koçberan a mezin ku hewil didin bi riya Derya Spî derbasî Ewrupa bin, bû sedema rewşeke awarte li ser sînorên welatên rojhilata başûrê Ewrupa.
Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî di vê derbarê de radigihîne û banga alîkariyên mirovahî ji penaberan re dike.
Serokê civata parêzgeha Hema û endamê hevalbendiya opozisyona Sûrî Selah el-Hemewî vê pêla koçberiyê vedigerîne du sedemên sereke.
“Sedema yekê bombebarankirina tund ya nû û pêşketî ji aliyê rêjîmê ve ye. Sedam duyê jî leşkeriya mecburî ye ku kesên 18 heta salî divê tevlî artêşê û hêzên din yên hikûmetê bin.“
Kerme kin jibo guhdarîkirina li dirêjiya raportê, faylê deng vekin:
Your browser doesn’t support HTML5