Doh şemiyê Civata Rîsipiyîn bajarê Til Ebyed (Girê Sipî) di kombûnekê de pêşniyar kir ku bajar bi awakî fermî bête girêdan bi Kantona Kobaniyê ve û bibe beşek ji sîstema Kantonê.
Til Ebyed ku ji sê pêkhateyên sereke, Kurd,Ereb û Tirkman pêk tê, ew niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û hevalbendên wan yên odeya volkana Ferat de ye.
Cîgirê serokê Kantona Kobaniyê rêzdar Xalid Berkel ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:
“Ev pêşniyar hîn di warê guftûgoyan de ye û çi biryar di vê derbarê de nînin. Civata Rîsipiyên Girê Sipî derfetên pêkanîna vê gavê dane berçavan û hewil didin ku ev bibe rastiyek li ser erdê. “
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5