Piștî demeke dirêj ji danûstandinan, herdû gurûpên siyasî yên sereke yên opozisyona Sûriyê hewilên xwe kirin yek di çarçoweya nexșeyekê de ji bo çareseriya siyasî ji pirsgirêka Sûrî re ku bû 5 salin welat rastî kuștin û wêraniyeke bêhempa kiriye.
Sozdarê giștî yê hevpeymaniya niștimanî rêzdar Yahya Maktabî di hevpevînekê de li gel Dengê Amerîka ev rekeftin bi giringî nirxand û got:
“ Ev rêkeftin gaveke pêșketiyê û ew çespandineke ji encamên kombûna Parîsê ne, em baș dizanin ku li kombûna Parîs biryar hat standin her tîmekî giftûgoyê vegere serkirdayetiya xwe û wê têxin rewșa wan nguftûgoyan.”
Rêkeftina hevpeymaniya niștimanî Sûrî ji bo hêzên opozisyonê û desteya tensîq a niștimanî, hat di demekê de ku șandê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura hewil dide li gel hemî aliyên dijber çareseriyeke siyasî ji șerê welat re bibîne. Lê aliyê rêjîma Beșar Esed li gotr rêzdar Mektebî ew kosp û bendan datîne:
“Ev gav, nameyeke zor girînge ji bo civaka navnetewî, diyar dike ku aliyê opozisyonê amade ye ji bo piroseya guftûgoyê û rawestan rijandina xwînê. Her wiha dupat dike ku rêjîma Esed û çeteyên hevalbendên wê ew bi awakî berdewam ji berê de û ta niha jî ew bendên sereke ne li pêș çareseriyê.”
Amadebûn û rijdîbûna hêzên opozisyonê ji bo yekîtî û axaftina bi yek zimanî rastî gelek astengiya hat û bi salane ku, ne tenê ew ne li hevin belê ew yekûdin tawan dikin bi dijayetiya șoreșê.
Aliyê hevpeymaniyê Desteya Tensîq tawanbar dikir bi grêdana bi rêjêma Esed re û Desteyêjî digot hevpeymanî çêkiriona welatê kendava Erebî ye. lê piștî vê rêkeftinê Maktabî dibêje me ev yek li dû xwe hîșt:
“ Ev êdî tiștekî li dû meye, îroj pêwendî di navbera hevpeymaniyê û desteyê de di baștirîn rewș de ye rêkeftin jî belgeyeke diyare li dor vê pêwendiyê. Ev rêkeftineke bi hêz û hevgirtî ye, û ew bi rastî b nexșeyek ku xelkê Sûrî pê kare, bê guman bi alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navnetewî çareseriyeke siyasî jo bo karesata Sûriyê bibîne.”
Lê tundû tijî li Sûriyê her berdewame û çiu rêkeftin nikarine rijandina xwenê û hilweșandina malên xelkê û wêraniyê rawestînin. terorîșm derbasî her șûn û bajarekî dibe û sedema sereke jî li gor rêzdar Mektebî ewe rêjîma Esed e:
“Bi rastî, Eger em bên ser pîvanên terorrê emê bibînin ku rêjîmê hemî pîvan derbaskirine. Çi aliyekî terorîstî di cîhanê de nîne ku 300 hezar kes ji xelkê xwe kuștiye, 70 ji sedî ji bingehên welatê xwe hilweșandiye, û nêzîkî nîvê xelkê Sûrî li hinder û li derve rastî penaberiyê kiriye.”
Maktabî geșbîne bi vê rêkeftinê û dibêje pêwîstî bi tiștekî piratîkî heye li ser erdê, ne tenê imze û axaftin û ev jî bi hin gave biçûk dê dest pê bike di demên bê de:
“Di demên bê de dê serdan û kombûn di navbera serkirdeyên herdû çarçoweyan de pêk bên. Dê her wiha workșop bên lidarxistin ji bo pêșkêșkirina hin bîrokeyên nûh ku me pêwîstî pê heye di qonaxa guftûgoyê de û her wiha di qonaxa demkî de piștî nemana rêjîma beșar Esed.”
Hêvî gelekin û kesên çavlirê jî gelekin. Lê pirtsiyar dimîne ka ev rêkeftine dikare çi bike ji bo miletekî rastî mezitrîn karesata serdemê hatî û welatekî ku ji șaristaniya wî tenê nav maye.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5