Seidudîn Şatîla: Pêwîste Civaka Navnetewî Deriyên Koçberiyê Ji Penaberên Sûrî re Veke

Rêxistina terorîst Daiș li Îraq û Sûriyê di bikaranîna hemî cûreyên terorê de, hemî sînor û pîvanên hovîtiyê derbaskirin. Ji kuștina rasterast de bigir ta serjêkirina sivîlan, șewitandina bi agir û xendiqandina di avê de. Kesên ku bi dest wan ketî mirin û yên mayî hewildan an jî hîn hewildidin ji herêmên di bin destê wan de birevin û șûneke aram ji xwe û zarokê xwe re bibînin.

Ne tênê Daiș, rêjîma seropkê Sûriyê jî roleke berbiçav di kuștin xelkê sivîl û wêrankirina welat de lîst lê metirsiya ku Daiș disepîne, li gor rêxistinên mafê mirov ewe ku wê çi pêgirî bi yase û pirinsîbên navnetewî û navxweyî nîne.

Birêvebirê nivîsîngeha Beyrût a rêxista Kerame ya mafê mirov rêzdar Seidudîn Șatîla vê yekê ronî dike.Ew dibêje:

“Ciyawaziya di navbera hêzên fermî û yên ne fermî de, ewe dijwariya gihîștina hêzên ne fermî ji bo nehîștina zêdegaviyan. Eve kêșeya ku di rûyê me de derket holê li gel Daiș û rêxistrinên wek wê.”

Û ji ber ku Daiș hêzeke berdayî ye û ne pêgire bi çi yaseyan ne dûre rêjîm wê ji bo vê yekê bikartîne da ku xwe ji vê berpirsiyariyê bide alîkî û rastî lêpirsînan nebe. Bi awayekî din, li gor rêzdar Șatîla, Daiș çêkirina hin rêjîmên herêmê û dîktatoriya wan e. Ew dibêje,

“Ez bêhtir bawerim ku Daiș çekirina rêjîmên dîktatorî ye, wan ev gurûp bi kar anîn û hîștin ku ciwanên rastî zordariya rêjîman hatî tevlî gurûpên wiha bin. Her çendî bijara wan ne durist bû lê zordariya rêjîman sedem bû.”

Ev kuștin û wêraniya ku li herêmê bi giștî û bi taybetî li Sûriyê dibe, çi ji aliyê Daiș û gurûpên din yên tundrew debe û çi jî ji aliyê rêjêma Esed de be, dawiya dawî tenê xelkê sivîl bac û buhayê wî șerî dide.

Li Sûriyê 5 salên șer bêhtirî 200 hezar kes kuștin û bi milyonan xelk derbeder kirin. Ta radeyekê ku êdî welatên derdorê nema dikarin barê wan rakin. Wek Libnan, ku li gor acansa neteweyên yekgirtî welatê duyeme piștî Tirkiyê ku mîvandariya penaberên Sûriyê dike ew li gor rêzdar Șatîla nema dikare bêhtirî wilo wan vehewîne.

Șatîla dibêje:

”Ev kêșeyeke ku hikûmeta Lubnanî rastî wê tê. Ew dibe sedema nakokiyên siyasî di navbera dezgehên desthilatdariya Lubnan de, bi taybetî piștî bendên hatî danîn li dor derbasbûna penaberan bo Lubnan û wergirtina mafê niștecîbûnê li vir.”

Çareya vê rewșê li gor rêzdar Șatîla ewe ku welatên derve û bi ytaybetî yê Ewropî dergehên xwe ji wan re vekin û wan li cem xwe wek penaber vehewînin:

Ew dibêje:

” Ji bo vê yekê em wek mafnasên xemxur daxwazê ji civaka navnetewî dikin ku deriyê koçberî û penaberiyê veke. Çimkî Lubnan nikare êdî bêhtirî wilo barê wan hilgire.”

Di demekê de ku gurûpên tundrew û di serî de jî Daiș û her wiha rêjîma serokê Sûriyê bûne sedema sereke ya perîșanî û têkçûna rewșa xelkê sivîl, gelek çavdêr wek rêzdar Seddedîn Șatîla hene ku dibêjin pêwîste civaka navnetewî bi erka xwe rabe û dawiyê bîne li trajîdiya bi milyonan malbatên penaber.

Ji bo guhdarîkirna li Raportê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

S. Shatila SW 07_21_15