Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov îroj ragihand ku balafirên șer yên Koalîsyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka di êrîșekê de li ser çekdarên Daiș li parêzgeha Reqqa yê 11 çekdar kuștin li taxa pîșesaziyê.
Komandarê giștî yê hêza Volkana Furat rêzdar Heqî Kobanî ronî da ser vê babetê û got:
“Herçendî koalîsyona navnbetewî jêderên xwe yên taybet hene ji bo naskirina baregehên Daiș, û herçendî mejî stratîciyeke taybet heye ji bo cihên ku em lê șerê vê gurûpa terorîst dikin, me hevkariyeke nêzîk heye li gel koalîsyonê.”
Kobanî, bal kișand ser eniyên șer li Eyn-îsa û Sirînê û rewșa niha ya șer bi aramî nirxand li gel operasyonên berdewam li dijî gurûpa terorîșt Daiș.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5