Bextiyar Hisên: Jimara Qurbaniyên Kobaniyê Ta Vê Gavê 233 Kesin

Bextiyar Hisên

Piștî sê rojan ji êrîșa terorîst a Daiș li ser Bajarê Kobaniyê û kuștina bi sedan xelkê sivîl li wir, rewșa bajêr aram e, hemwelatî vegeriyan malên xwe û tevlî şîn binaxkirina qurbanên kes û nasên xwe bûn.

Diktor Bextiyar Hisên, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya bajêr șîrove kir û got:

“Herçendî rewșa bajêr aram e û çekdarên Daiș lê neman, xelkê sivîl hîn di wê tirsê de dijîn û gelek ji wan bi șev li derveyî malên xwe dimîn in, ew dilșikestî ne û ji aliyê moralî ve ziyan mezin e.”

Hisên ku bi xwe li Kobaniyê dimîne, bal kișand ser rewșa tenduristî li wir û ragihand ku pêdiviyên pêwîst û têmên tenduristî yên li gor vê karesatê nînin li nexweșxaneyan.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Bextiyar Hisên_SW_6_28_2015