Ehmed Şêxo: Armanca Me Azadkirina Hemî Pêkhateyan e JI Bin Destê Daiş.

Ehmed Şêxo

Pêșketinên Șervanên Kurd û hevalbendên wan li herêma Cizîre di van demên dawî de diyar û berbiçav in, bi taybetî ji aliyê dorpêçkirina wan ji Bajarokê Silûk ve û nêzîkbûna wan bo Girê Sipî, bajarê Stratîjî yê di bin destê Daiș de.

Hevserokê TEV-DEM li Kobaniyê rêzdar Ehmed Șêxo, ji Dengê Amerîka re pêșketinên dawî yên șer li wir șîrove kirin û got:

“Șervanên Kurd û hêzên din yên șoreșger di odeya Burkana Ferat de, hewil didin ji herdû aliyên rojhilat û rojava ve derbasî bajarê Girê Sipî bin û hêzên Daiș jê derxin. Nêzîk, dê rizgarkirina bajêr û azadkirina xelkê sivîl bête ragihandin.”

Șêxo ku niha li Bajarê Kobaniyê dimîne bal kișand ser tawanbariyên dijî șervanên Kurd bi koçkirina xelkê sivîl ji wan navçeyan û ew wek tawanên bê bingeh û ne durist anîn ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ahmad Shekho SW 6_14_15