Pêșveçûnên leșkerî yên DAIŞ li bajarê Tidmur gelek pirs derxistin holê ji aliyê bicîhîștina bajêr ji aliyê hêzên girêdayî bi rêjîma Esed ve, ku li gor gelek çavdêran tenê navçeyên Elewiyan ew xema rêjîmê ne, ne bajarên din.
Siyasetmedar Ebdulcebar Șahîn, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:
“Bê guman girêdanek di navbera DAIŞ û rêjîma Sûriyê û Îraqê de heye ku rê wiha didin wan bi awakî berfereh belav bin û navçeyan têxin bin destên xwe. Tiștê ku berê li Îraqê bûyî ji aliyê bazdana artêșa Îraqî ve, bi heman șêweyî li Sûriyê dibin. Ev yek cihê pirsê ye.”
Șahîn ku li Fransa dimîne, bal kișand ser bandora van pêșketinan li ser navçeyên Kurdan û wî ragihand ku pêwîst e Kurd li beramber DAIŞ bibin yek û ji bo êrîșên wan șiyar bin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5