Îdrîs Nehsan: Nûavakirina Kobaniyê Erkeke Navnetewî ye

Șandeka Kantona Kobaniyê, serdana xwe ya Ewrupa ku mehekê dirêj kir bidawî anî, piştî li gelek welatên Ewrupî geriya û kombûn li gel xemxur û berpirsên wan li dar xist.

Cîgirê serokê desteya derve ya Kantona kobaniyê, rêzdar Îdrîs Nehsan, ku yek ji endamên vî șandî bû, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê serdanê û got:

“Em bi awakî fermî ji aliyê Parlemana Ewrupî de hatin vexwendin û di çarçoweya serdana me de, gelek aliyan piștgiriya xwe bo Kobaniyê nîșan dan û soz dan ku wê çi derfetên di dest wan de heyî bikarbînin ji bo nûavakirina Kobaniyê.”

Nehsan ku niha li bajarê Kobaniyê dimîne, bal kișand ser konfransekî navnetewî ji bo nûavakirina Kobaniyên ku dê bi çavdêriya perleman Ewrupî bête li darxistin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng

Your browser doesn’t support HTML5

Idrîs Ne'san SW 5_25_15