Mustefa Ebdî: Bi Dehan Kobanî Bi Bombeyên Daiş Li Dû Xwe Hîştî Mirin

Mustefa Ebdî

Du zarokên Kurd li rojavayê bajarê Kobanîyê jiyana xwe ji dest dan piștî teqîna bumbeyekê ku Daiș li dû xwe hîștibûn piștî derketina wan ji bajêr û gundewarên wê.

Rojnamevan Mustefa Ebdî, ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê bûyerê û got:

“Ta niha bêhtirî 30 kesî li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dan e û bi dehan jî pûç û seqet man e bi wan bumbeyên ku Daiș li dû xwe hîșt î. Pêwîștî bi wê yekê heye ku hemî alî bi erka xwe rabin û çareseriyekê ji vê babetê re bibînin.”

Ebdî ku niha li bajarê Sirûcê yê Turkiyê dimîne, bal kișand ser bandora van bumbeyan li ser vegera xekê Kobaniyê bo șûn û warên xwe û ragihand ku piștî șeș mehan ji rizgarbûna bajêr tenê 50 hezar kes vegeriyan e.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylêdeng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Mustefa Ebdî SW 05_23_15