Mirina keça Kurd Ferînaz Xesirwanî li bajarê Mihabad, bû sedema xwepêșandan û mangirtinan li gelek bajarên din yên Kurdan, wek bajarê Kobaniyê ku îroj bi mangirtinekê rêjma Îranê pirotesto kir û piștgiriya xwe bo Mihabad nîșan da.
Sernivîserê malpera Welatî nêt li Kobaniyê rêzdar Zara Misto, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê mangirtinê û got:
“Ev çalakî ji aliyê hikûmeta kantona Kobaniyê û rêxistinê girêdayî bi TEV-DEM ve hat birêvebirin. Bi sedan kes silogan û durișmên xwe rêjîma Îranê pirotesto kirin.”
Misto her wiha ragihand ku Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) ji aliyê xwe ve bi daxuyaniyekê piștgiriya xwe bo Mihabad diyar kirin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5