Hest û Helwest: Bandora șerê Sûriyê li jiyana Civakî ya Kurdan

Heval Ehmed, Kerîma Reşko û Mihemed Salih Şêxo

Li dirêjiya bêhtirî çar salan șerê Sûriyê ziyaneke mezin gihande xelkê Sûriyê. Bi sedhezran jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan bê șûn û war man û li welatên cihanê bela bûn.

Gelekan ji wan karîbûn tevlî malbatên xwe biçin, gelekan ji wan ew li șûn xwe hîștin bi hêviya ku ew bișînin dû wan piștî ku welatek wan wek penaber bipejirîne, gelek gihîștin derve, gelekan li nîva rê di nav avên deryayan de jiyana xwe ji dest dan û gelek jî hîn çavlirê ne biçin.

Kesek di vî șerî de bi ser neket, hemî têkçûn, gelek ji wan dibêjin, û gelek jî hîn hewil didin bi durișm û sloganên siyasî șikestina mirovatiyê li Sûriyê veșêrin.

Gelek dibêjin, siyasetmedaran bi hezaran gotar pêșkêș kirin, bazirganan gelek pere kom kirin, qaçaxçiyên çekan û microvan gelek serkeftin bi qezenc kirin. Tenê mirov, mirovê Sûrî bi erzanî li bazaran hate firotin.

Gelo roja îro ziyan gihîștiye ku û dawiya vê yekê li kuyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarabûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mamosteyê ziman rêzdar Mihemed Salih Șêxo ku bi xwe ji Kobaniyê ye û niha li Danîmark dimîne; endama destpêșxeriya ciwanên Kurdistanê rêzdar Kerîma Reșko ku ew ji bajarê Qmișlo ye û niha li Almanya dimîne û her wiha çalakvan Heval Ehmed ku ji bajarê Efrîne û niha li Swêd dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Sense & Stance 5_5_15