Piștî șeș mehan ji beșdarbûna di șerê Kobaniyê de, erka hêza pêșmergeyên herêma Kurdistana Îraqê li wir bi dawî tê û ew vedigerin Herêma Kurdistanê.
Hevseroka Civata Qanûnsaz li bajarê Kobaniyê rêzdar Fewziya Ebdî, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Hatina pêșmergeyan bo Kobaniyê gaveke dîrokî ya pir hêja bû û wateya xwe ji bo xelkê Kobaniyê mezin bû. Kobaniyê bi wê gavê serbilinde û wê di ser her metirsiyekê re dibîne.”
Ebdî ku niha li Kobaniyê dimîne, bal kișand ser giringiya yekîtiya Kurdan û ragihand ku Kurd bi yekbûna xwe dikarin her qezencê bi dest xin û di rûyê her metirsiyekê de rawestin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5