Kontrolkirina bajarê Cisir el-Șixûr ji aliyê serhidêrên Sûrî ve, li gor hin șîrovekar û çalakvanên siyasî, metirsiyeke rijdî li ser rêjîma Sûrî disepîne, ji ber nêzîkbûna bajêr ji parêzgeha Laziqiyê, bajarê Serokê Sûriyê Beșar el-Esed.
Çalakvanê siyasî Kadar Pîrê, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Xelkê Sûriyê di wê hêviyê de ye ku bajarên Sûrî ji aliyê opozisyona nermerê ve bên rizgarkirin ne ji aliyê gurûpên tundrew ve. Opozisyona nermerê hewil dide tiștekî ji bo xelkê Sûriyê bike lê nema piștgiriya wê dibe ji aliyê hin hêzên hêrêmî ve, belê li tersî vê yekê ew hêz piștgiriya gurûpên terorîst dikin.”
Pîrê ku niha li Frensa dimîne, bal kișand ser rewșa Kurdan û ragihand ku ev hêzên terorîst hewil didin Kurdan wek hêz tune bikin da ku rêbaza xwe li herêmên wan jî bisepîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5