Rojnameya Huffington Post, îroj Dușemê di gotarekê de bal kișand ser pêșbîniya hevalbendiyekê di navbera Erebistana Saudî û Tirkiyê de ji bo rûxandina rêjîma Beșar Esed.
Rojname nîșana wê yekê dide ku Qeter kar dike ji bo serkeftina vê hevalbendiyê û wê serokê Amerîka Barack Obama agahdar kiriye.
Endamê berê yê Encûmena Leșkerî ya Bilind a Opozisyona Sûrî, rêzdar Yulmaz Seîd, ji Dengê Amerîka re ev agahî wekû propaganda dan nasîn û got:
“Eger ev her du welat bi rastî rijîdî bana wê wan berî çar salan tiștek ji bo xelkê Sûriyê kiribana. Șerê Sûrî bi destêwerdana herêmî çareser nabe, pêwîstî bi çareseriyeke navnetewî heye.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5