Șer li gundewarên Kobaniyê berdewame ji bo paqijkirina navçeyên ku hîn çekdarên DAIŞ lê hene. Di heman demê de hewildanên nûavakirina hindirê bajêr birêve diçin û xelkê Kobaniyê roj bi roj vedigere.
Endamê lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê û hevserokê TEV-DEMê li Kobaniyê rêzdar Ehmed Șêxo, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya wan gundewaran șîrove kir.
”Șerê Kobaniyê ji asta parastinê derbas bûye asta paqijkirina gundên Kobaniyê ji bermayên Daiș û hevkarî di navbera hêza hevbeș (YPG, Pêșmerge û Artêșa Azad) de li wir li dare.”
Șêxo her wiha bal kișand ser kombûnekê ku dê li Kobaniyê bête li dar xistin û bi beșdarbûna gelek alî û kesayetî piroseya avakirinê bête guftûgo kirin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5