Ebdo Seydî: Tirsa Ereban Ewe Ku Îran Derbasî Kendava Erebî be

Ebdo Seydî

Avakirina hêzeke Erebî ya Hevbeș yek ji biryarên sereke yên Kombûna komkara Erebî bû li Misir, di derbarê rewșa Yemenê de.

Rojnamevanê Kurdê Sûrî rêzdar Ebdo Seydî, ji Dengê Amerîka re ev babet ronî kir û got:

“Șerê Yemenê di navbera Hêzên desthilatê û êlên Hosiyan de bi awakî diyar nakokiyên di navbera Sûnne û Șîa de derxistin rojevê, Îran piștgiriya hêzên Șîa dike û Erebistana Siûdî jî hêzên Sunnî dide pêș.”

Seydî, ku li Dubey dimîne, ragihand ku metirsiya welatên kendava Erebî ji derbasbûna Îran bo Kendavê hîșt ku ew wiha bi awakî lezok hêzekê çêkin û êrîșî Hosiyan kin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Ebdo Seydî SW 03_30_15