Di van demên dawî de gelek xort û keç ji Ewropa û Amerîka û hin welatên din hewil didin di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bin da ku tevlî Daiș bin.
Berpirsê ragihandina Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li Almanya rêzdar Lewend Hisên, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Nebûna pêwendiyên civakî li welatên Ewropa û Amerîka roleke berbiçav dilîze di çûyîna van ciwanan de bo Sûriyê û Îraqê û tevlêbûna wan bo çekdarên Daiș.”
Hisên her wiha bal kișand ser propaganda Daiș û diyar kir ku ew xwe wekû niwênerên îslamê nîșan didin û cîhanê jî wek dijminê Îslamê dinasînin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5