Gelek șîrovekar dibînin ku piștî çar salan ji șoreșa Sûriyê baweriya xelkê êdî kêm dibe û ew li çareseriyên kesayetî û taybet digerin bêhtirî biserxistina armancên șoreșê.
Endamê hevpeymaniya opozisyona Sûrî rêzdar Mihemed Mele Reșîd, ji Dengê Amerîka re dupat kir ku herçendî baweriya xelkê kêm bûye bi opozisyonê û hin kesayetî û aliyên wê, lê baweriya wan qewt bi șoreșê û armancên wê kêm nabe.
Mele Reșîd ku li Tirkiyê dimîne her wiha bal kișand ser hewlên hevpeymaniyê ji bo derbaskirina hin dezgehên opozisyonê bo deverên rizgarbûyî li Sûriyê da ku karibin ji wir ve dest bi karê xwe bikin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5