Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) karê xwe di komîtên hevbeș yên lêvegera siyasî de daliqand ta ku biryarekê di vêderbarê de bistîne, Piștî lidarxistina hilbijartinên șaredariyê li Kantona Cizîrê.
ENK-S ji aliyê TEV-DEMê daxwaza ragirtina hilbijartinan kir ta ku herdû alî bigihin rêkeftinekê di vê derbarê de, lê rêvebiriya Kantonê hilbijartin bê ragirtin birêve birin.
Endamê ENK-S li Kobaniyê rêzdar Ibrahîm Bozan, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Hilbijartinên șaredariyê ew tenê sedemek in, gelek nakokî di navbera herdû encûmenan de hene û dê ev nakokî mezintir bibin eger lêveger bi awakî durist birêve neçe.”
Bozan her wiha ragihand ku ENK-S pênasînê bi sîstema kantonan nake, ango ev nakokî sînorê hilbijartinan derbas dikin û dê zû bi zû çareser nebin.
Ji bo guhdarîkireina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5