Herçendê xelkê penaber bi awakî rojane vedigerin bajarê Kobaniyê piștî rizgarbûna wê ji çekdarên Daiș, lê gelek dibînin ku piroseya nûavakirin û amadekirina bajêr ji vegera xelkê re bi awakî giran birêve diçe.
Serokê komîta hawarçûnê di Encûmena Niștiman ya Kurdî de li Sûriyê(ENK-S) rêzdar Mehmûd Kalo , ji Dengê Amerîka re sedemên evê yekê vegerandin bo wêraniya berfereh li bajêr û nebûna aliyekî navnetewî di piroseya avakirinê de û got:
“Li gor texmînên me derdora 3 hezar ta 3,600 mal rastî hilweșandinê bûne û xwediyên evan malan neçarin li kampan bimînin ta ku çareyek ji bo wan tê dîtin.”
ji ber Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5