Li Serêkaniyê û Til Hemîs û deverin din șerekî giran di navbera şervanên Kurd û çekdarên Daiș de dibe. Gelek çavdêr vedigerînin têkçûna Daiș li Kobaniyê û her wiha qutkirina riyên piștgiriyê li ser Daiș di navbera Sûriyê û Îraqê de, ji aliyê koalîsyona navnetewî ve.
Hevserokê TEV-DEMê û endamê lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê rêzdar Ebdulselam Ehmed, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya eniyên șer șîrove kir û got, Daiș hewil dide bajarê Serêkaniyê têxe bin controla xwe û li wî alî șer berdewame.
Ahmed ku niha li Qamîșlo dimîne, her wiha bal kișand ser alîkariya koalîsyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka û got herçendî piștgirî heye lê pêwîstî bi alîkariyeke xurtir heye li ser erdê.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5