Piștî damezrandina du komîtên taybet bi rewșa leșkerî û rêvebirina herêmên Kurdan li Sûriyê ji aliyê levegera siyasî ve gelê Kurd çavlirê ye ku karekî berbiçav li ser erdê bibîne û yekbûna partiyên Kurd bibe hokar ji bo destkeftinên siyasî di Sûriyê de.
Sekretêrê tevgera Çaksazî û endamê Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê rêzdar Fêsel Yûsif ku li bajarê Qamîșlo dimîne ji Dengê Amerîka re ronî da ser rewșa niha ya van komîtan û karê wan bi erênî nirxand.
Yûsif her wiha bal kișand ser rewşa hersê partiyên ku hatibûn bidûrxistin ji ENKSê û nakokiyên wan vegerandin bo rewşeka hindirê wan partiyan û got ENKSê çi guneh nîne di wan nakokiyan de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5