Ji bilî ziyanên abûrî û hilweșandina gund û bajar û avahî û malên xelkê sivîl șerê Kobaniyê bandorek mezin da ser hestên xelkê û ji aliyê derûnî de ew pir êșandin.
Arif Elûș, ew jî hemwelatiyekî ji Kobaniyê ye ku ta niha li cihekî aram digere da ku ew û mablata xwe lê bijîn. Wî ji Dengê Amerîka re rewșa malbata xwe șîrovekir û got:
“Dema zarokên min ji min dipirsin emê kengî vegerin mala xwe ez bêzar dimînin û nizanim çi bersivê bidim , ez bi xwe jî nizanim emê bi kuve biçin.”
Elûș ku dengbêj û mozîkjen e û niha bi awakî demkî li Istanbol dimîne, bal kișan ser rewșa niha ya Kobaniyê û ew wek cihekî ku niha jiyan lê nabe anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5